Fermandara Navenda Parastina Gel-NPG’ê Zozan Çewlîk xiyaneta PDK’ê nirxand

Fermandara Navenda Parastina Gel-NPG’ê Zozan Çewlîk diyarkir ku hêzên dagirker çawa sedsala 19’an bi rêka xayînan serhildanên têk birin û rojî bi rêka PDK’ê dixwazin heman tiştê bikin.
Zozan Çewlîk diyar kir ku PDK bûye cerdevanê dewleta Tirkiyê ya dagirker.

Fermandara Navenda Parastina Gel- NPG’ê Zozan Çewlîk xiyaneta PDK’ê û hevkariya wî bi dewleta tirkiyê ya dagirker re jî nirxand..

Fermandara NPG’ê Zozan Çewlik da zanîn ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze xwe ji têkçûnê xilas bike û got:

Zozan Çewlîk: Hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re xurtir û kûrtir bûye

“Artêşa Tirk a ku li pêşberî hêzên me yên gerîla xitimiye, ji bo derbaskirina vê xitimandinê bi gavên dîplomatîk û her wiha bi guhertinên di qada pratîkî de hewl da destê xwe xurt bike.

Wezîrê şer ê bêkok Hakan Fîdan bi destê PDK’ê dixwaze pêşî têkçûna xwe bigre.

Bi hevdîtina dawî ve PDK polîtîkayên xwe yên hevkariyê hîn xurtir û kûrtir kir.”

Zozan Çewlîk balkişand li ser rola axa û malbatên xayîn di dîroka kurdan de û ev nirxandin kir:

“Dixwazin weke sedsala 19’an bi destê xayînan destkefiyên Kurdan ji holê rabikin”

Ji serdema Yavuz Sultan Selîm ve îxaneta axayên Kurdan bi kok e.

Doh bi destê Yavuz Sultan Selîm îro bi destê PDK’ê hêzên dagirker dixwazin destkeftiyên kurdan ji holê rabikin.

Mixabin ev hêzên noker jî ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî û eşîrî, hemû nirxê pîroz ê gelê xwe binpê dikin.”

Fermandar Zozan Çewlîk balkişand li ser xeteriya dubare bûna têkçûna destkeftiyên kurdan û got.

“Di sedsala 19’an de ji ber vê xetê serhildanên kurdan têkçûn ev xeterî îro heye û bi destê PDK’ê dixwazin dîrokê dubare bikin.”

Zozan Çewlik: Dewleta Tirk malbata Barzanî kir cerdevan

Fermandara NPG’ê dewleta tirk malbata Barzanî kir cerdevan û got:

“Hêzên hevkar her tim di bin îradeya serdest a hêza desthilatdariyê de ne.

Dema hêzên serdest vê daxwazê bikin, bi rêbazên curbecur dikarin bikevin nava şer.

Di rastiyê de PDK’ê ket nava van şeran.

Dewleta Tirk bi vê planê hewl dide Başûr kontrol bike û dagir bike.

Ji bo vê jî armanc dike YNK’ê bitepisîne û mîna PDK’ê ji rê derîne.

Dewleta Tirk malbata Barzanî û PDK’ê kiriye cerdevan.”

Back to top button