Tevgera Azadî: Divê kujerê Denîz Bulbun werin eşkere kirin

Desteya Hevseroka Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê ragihand ku ne diyar kirina kujerê Denîz Bulbun heya niha ji bo Hewlêrê şermekî mezin e.
Tevgerê daxwaz ji hêzên asayîşa Hewlêrê kir ku bi berpirsyarî erka xwe ya yasayî pêk bînin û kûjer û sûcdaran derxin pêşberî dadgehê.

Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di daxuyaniyê de got :

”Roj nîne ku faşîzma dijminê mirovahiyê û azadiyê sûcê terorê û qirkirinê li dijî gel, têkoşer û xebatkaran encam nede.

Ev yek ne nîşaneya bihêzbûna dijmine, encama pêşketin û berfirebûna têkoşîna azad û neteweyî ya gelê meye ku gihiştiye astek wiha.

Dijmin hemû sînorên şer, yasayî, exlaqî derbazkiriye û serî li tirsandin û kuştina têkoşerên vê tevgera netewî dide.”

Tevgerê di dewama daxuyaniyê de da zanîn ku Şehîd Denîz Cewdet şehîdê her çar beşên Kurdistanê ye.
Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di dawiyê de daxwaz ji hêzên asayîşa Hewlêrê kir ku kûjerê Denîz Bulbun eşkere bikin.

Di merasîmê 40 rojiya Denîz Bulbun de banga eşkerekirina kujeran hate kirin

Back to top button