Ciwanên Mexmûrê: Parastina wargehê erka me ciwanan e

Saziya Ciwanan a Mexmûrê ji ber ked û parastina gerîlayên azadiyê ya ji bo wargehê spasiyên xwe pêşkêş kirin û gotin:
Em ê li gor baweriya fermandariya Navendî ya HPG’ê tevbigerin û wargeha xwe biparêzin.
Ciwanan diyar kir ku derdora wargehê bi cih bûna peşmergehê PDK’ê ji ber hevakariya wiya bi Tirkiyê re xeteriyeke mezin e û ew naxwazin PDK li derdora wargehê bi cih bibin.

Hevberdevkên Saziya Ciwanan a Wargeha Mexmûrê têkildarî erka parastinê ya ku ji aliyê Fermandariya Navendî ya HPG’ê ve bi daxuyaniyekê hatî eşkerekirin ku daye ciwanên wargehê, ji Rojnews re axivîn.

Kajîn Ozek: Em ê li gor baweriya HPG’ê bin

Hevberdevka Saziya Ciwanan a Wargeha Mexmûrê Kajîn Ozek wiha got:

“Rolê her ciwanekê ye ku civaka xwe biparêze.

Ji ber ku yê bikaribe civakê bi rêvebibe û bi parêze, hêza ciwana ye.

Wek ciwan em ê layîqê telîmata fermandariya HPG’ê bibin û wargeha xwe biparêzin.”

Sîpan Yeman: Baweriya me bi PDK’ê nayê

Hevberdevkê Saziya Ciwanên Mexmûrê Sîpan Yeman jî spasiya gerîla kir ku wan li hember DAIŞ’ê parast û nehişt ku çete bikevin Hewlêr û Zaxoyê.

Yeman diyar kir ku baweriya wan bi PDK’ê nayê ji ber ku di dema şerê DAIŞ’ê de bi erka xwe ya parastina civaka Mexmûr û Şengalê ranebû û reviya.

Sîpan Yeman di dawiya axaftinên xwe de bal kişand li ser daxuyaniya Fermandariya Navendî ya HPG û ev tişt gotin:

“Weke Heval Cemal jî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku êdî erk û perpirsyartî dikeve li ser milê ciwanan, pêwîsye hemû ciwan jî bikeve ferqa vê gotinê û erka dikeve li ser milê wan bêyî dudilî pêkbînin.

Banga min ji bo tevahî ciwanên Kurdistanê û yên derveyî welat ewe ku nebin parçeyek yê vê plana qirêj.

Pêwîste hem gel û hem jî ciwan helwesta xwe ya li dijî van şerên li ser me tê meşandin diyar bikin û dakevin qadan.”

Back to top button