Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan li Bajarokê Marê û Navçeya Şêrawayê 3 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî her du çalakiyên xwe daxuyaniyek nivîskî da û ev agahî parve kir.
10’ê Sibatê hêzên Rizgariyê li ser rêya navbera gundê Til Malid û Eyûn ên herêma Marê, li dijî çeteyên dagirker çalakiyek kirin.
Di çalakiyê de çeteyek ji koma Ceyş el Watanî hat kuştin.
11’ê Sibatê jî hêzên Rizgariyê li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawayê, li dijî çeteyên Feylaq El-Şam çalakiyeke sabotajê pêk anîn, di encma çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Di heman rojê de HRE’ê li nêzî gundê Tiwêsê yê Mari’ çalakiyek pêk anî, jimara kuştî û birîndaran nehat zanîn.