Tifaqa Ked û Azadiyê, biryar girt ku di bin banê tifaqê de tev li hilbijartinan bibe û got: “Em ê helwesta xwe ya hevpar di nêz de bi civîneke çapemeniyê bi raya gişrtî re parve bikin.”
Tifaqa Ked û Azadiyê, bi malovaniya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doh civiya. Civîn 7 saetan dewam kir.
Piştî civînê danezana encamêa civînê hat belavkirin.
Hat diyarkirin ku di civînê de erdhejên Mereşê, lehiya rabû, hilbijartinên serokkomariyê û giştî hatine nîqaşkirin.
Di danezanê de ev xal hatine destnîşankirin:
“*Pêvajoya ku me wekî tifaqa têkoşînê dabû destpêkirin, berfireh bûye û me biryar girt ku em wê veguherînin tifaqeke hilbijartinê jî.
Biryar hat girtin ku em wekî Tifaqa Ked û Azadiyê tev li hilbijartinê bibin.