Birayê Rêber Ocalan Mehmet Ocalan 21. salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir û diyar kir ku ev komplo li dijî tevahî gelê Kurd û Rojhilata Navîn e.
Mehmet Ocalan destnîşan kir ku komplo bi tecrîdê dewam dike û Divê her kes li dijî vê yekê têkoşînê xurt bike.
Tecrîda li ser Rêber Ocalan 21 sal in dwam dike û her ku diçe tecrîd girantir dibe.
Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan, li ser armanca komploya navnetewî axivî.
Mehmet Ocalan diyar kir ku komploya li dijî Ocalan li ser gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pêk hatiye û îro ev komplo bi pergala tecrîda taybet berdewam dike.
Mehmet Ocalan da zanîn ku ev komplo bi destê hêzên navdewletî pêk hat û got:
” Emerîka, Îngîlîstan, Îsraîl û welatên Ewropa di nava vê komployê de cihê xwe digirin.
15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn rojek pir giran û tarî ye.
Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku ev tecrîda heyî li ser hemû gelan tê meşandin û diyar kir ku AKP û MHP’ê di şexsê Ocalan de li ser gel tecrîdê ferz dike.
Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di dawiya nirxandina xwe de bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê derkevin û
têkoşîna demokratîkbûnê bilind bikin.