Komek ji ciwanên Kurd ên li Lubnanê dijîn derbarê êrîşên dewleta Tirkiyê a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyama hevgirtinê dan û helwesta xwe ragihandin .
Di peyamê de hate gotin ku wê her ciwanek di cîhanê de li dijî dagirkeriya tirkiyê heya têkbirina wê têbikoşin.
Ciwana di destpêka peyama xwe de diyar kirin ku dewleta tirkiyê bi êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye komkujiyan di derheqê gelê de, pêk tîne .
Di peyamê de hate gotin ku tevî hemû êrîşên ku ji aliyê dagirkeriya tirkiyê ve li ser ewlehiya jiyanê pêk tên jî, baweriya gel bi serkeftinê xurt e .
Ciwan di daxuyaniya xwe de diyarkirin ku ew weke ciwanên li Lubnanê piştigiriya xwe bi gelê xwe yê li bakur û rojhilatê Sûrîyê re radigihînin.
Ciwana di dawiya peyama xwe de soza domandina berxwedanê dan û wiha peyama xwe bi dawî kirin:
“Em ê li hemberî êrîşên dagirkeriya tirkiyê a ku di derheqê gelê me de komkujiyan pêk tîne û jêderên jiyanî armanc dike û pêdiviyên jiyanê qut dike, li ber xwe bidin.”



