Parlamenterên Başûr û Iraqê: divê Iraq peywendiyan bi Tirkiyê re qut bike

Parlamentera parlamentoya Başûrê Kurdistanê Yusra Recep ji bo hilweşandina lihevkirina ewlekarî ya Iraq a bi Tirkiyê re, banga civînek lezgîn a parlamentoyê kir.

Parlamenterê Hevpeymana Saîrun jî bang li hikûmeta Iraqê kir ku divê hikûmet Iraqê peywendiyên xwe yên aborî bi Tirkî re qut bike û balyozxaneya Tirkiyê bigre.

 

Li dijî êrîş û komkujiya dewleta Tirk a dagirker nerazîbûn zêde dibin.

Parlamentera parlamentoya Başûrê Kurdistanê Yusra Recep ji bo hilweşandina lihevkirina ewlekarî ya Iraq a bi Tirkiyê re, banga civînek lezgîn a parlamentoyê kir.

Yusra diyar kir ku li gor lihevkirina ewlehî ya bi tirkî re leşkerên dewleta tirk tenê dikarin 35 km derbasî xaka Iraqê bibe.

Lê balafirên dewleta Tirk zêdetirî 193 kîlometre xaka Iraqê derbas kirine.

Yusra bang li serokwezîrê Iraqê Kazimî kir da ku ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyeyê, bikeve nava liv û tevgerê.

Parlamenterê Hevpeymana Saîrûn Cemal Faxîr:Divê balyozxaneya tirkî were girtin

Parlamenterê Hevpeymana Saîrun Cemal Faxîr daxuyakirin ku dewleta Tirk hemû pîvanên dîplomasî û navnetewî hemberî Iraqê binpêkiriye.

Cemal Faxîr diyar kir ku divê hikûmet peywendiyên xwe yên aborî qut bikin, balyozxaneya Tirkiyê were girtin û hikumet ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk, hemû qertan bikarbîne.

Desteya Parastina Xak:Parastina Xak û sivîlan erkê me hemêyan e

Desteya Parastina Xak jî li Kerkukê, bi daxuyaniyeke êrîşên dewleta Tirk şermezar kir.

Desteyê da zanîn ku ewê daxwaznameyek nerazîbûnê li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker radestî rêxistinên navnetewî bikin.

Desteyê li dijî êrîşên dewleta Tirk bang kir û got:

Êdî li hemberî topbaran û bombebarana balafiran bêdeng nemînin, ji ber ku parastian xak û sivîlan erkê me hemûyan e.

Nêçîrvan Barzanî xwest ku hêzên biyanî li Iraqê derxînin

Hikumeta Başûrê Kurdistanê her çendî li hember êrîşê bêdeng bimîne û çavê xwe bigre jî lê di civînên li gel Serokê Hevpeymana Fatih Hadî Amirî re dîsa ev mijar bû rojev.

Hevpeymaniya Fetih bi daxuyaniyeke ragihand ku Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel Serokê Hevpeymana Fatih Hadî Amirî civiyaye.

Di civînê de ji Nêçîrvan Barzanî hatiye xwestin ku piştgiriya biryara parlamentoya Iraqê ya ji bo derxistina hêzên biyanî li ser axa Iraqê bike.

 

Back to top button