Fermandariya YPG’ê salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir

​​​​​​​Fermandariya Giştî ya YPG’ê salvegera 8’an a rizgarkirina Kobanê li gelê Kobanê, tevahî gelên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir û soz da ku heta pêkanîna siberojek azad ew ê li ber xwe bidin û ‎zaferê pêk bînin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyekê salvegera 8’an a rizgarkirina bajarê Kobanê pîroz kir..

Fermandariya YPG’ê di daxuyaniya xwe de Kobanê cihê destpêkê yê çirûska şoreşê ku heta roja îro rastî êrîşên dijwar hatiye bi nav kir û got: “Êrîşa herî giran 15’ê Îlona 2014’an bû.

Çeteyên terorîst ên DAIŞ’ê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn amadekirin, berê xwe dan Kobanê û xwestin çirûska şoreşê bitemirînin.

DAIŞ li Kobanê rastî berxwedana dîrokî ya şervanên YPJ-YPG’ê û hêrsa gelê Kobanê hat.

Çawa çeteyên DAIŞ’ê Kobanê ji çar alî ve dorpêç kir, gelê Bakurê Kurdistanê jî li dora Kobanê xelekek ji berxwedanê ava kir.”

Fermandariya YPG’ê diyar kir ku her kuçeyeke bajarê Kobanê, bi dehan destan lê hat nivîsandin û wiha domand:

“Vê destanê tevahî gelên cîhanê herikande qadan.

Ruhê ku li Kobanê hate jiyankirin, ruhê şerê gelê şoreşgerî bû.

YPG’ê diyar kir ku îro cardin Kobanê û tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi heman xeteriyê re rû bi rû ye, rojane dewleta Tirk a dagirker êrişan pêk têne.

Ev êrîş bi xwe re metirsiya ji nû ve zindîbûna DAIŞ’ê jî ava dike. ”

Fermandariya YPG’ê balkişand li ser hevgirtina di berxwedaniya Kobanê de û wiha bi dawî kir:

“Zafera dîrokî ya Kobanê bi ked, fedekarî û lehengiya hevrêyên me yên şehîd û birîndarên ku heya roja îro vê berxwedanê di ruhê xwe de zindî digrin pêk hat.

Wek YPG çawa ku me Kobanê bi bedelek giran rizgar kir, em ê mizgîniya rizgarkirina herêmên xwe yên dagirkirî jî bidin gelê xwe. “

Back to top button