Rûsya li dijî şandina tankan bo Ukrayna bertek nîşan da

Berdevekê Kremlîn Dmitriy Peskov got:
Şandina tank û çekan bû Ukrayna tê wateya raste rast beşdarbûna şer.

Dmitriy Peskov li ser biryara hin welatên rojavayî, di serî de DYA û Almanya, ji bo şandina tankan ji Ukraynayê re nirxand.

Peskov got,

“Ji paytextên Ewropayê û Waşingtonê ji bo Ukraynayê pergalên cûrbecûr yên çekan ku tank têne şandin.

Peskov: Şandina tankan tê wateya beşdarbûna şer

Gelek caran tê gotin, ev nayê wê wateyê ku ew (NATO) di şerê li Ukraynayê de cih digire.

Lê em berovajî vê dibêjin, ev yek beşdarbûna şer e.”

Peskov bal kişand ku sewqiyata navborî tê wateya rasterast tevlîbûna pevçûnê û ev tişt anî ziman:

“Em her tiştê ku Îtîlaf (NATO) û welatên navborî dikin wek rasterast tevlîbûna şer dinirxînin.

Em dibînin ku ev yek jî zêde dibe.”

Peskov: Ev tank jî wî mîna yên berê bişewitin

Peskov di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kiribû ku divê tesîra tankên Abrams neyê mezinkirin û wiha got,

“Ev tank jî wek yên din wê bişewitin.”

Hin welatên Ewropayê jî diyar kirin ku ew amade ne tankên xwe yên Leopard 2 bişînin Ukraynayê.

Back to top button