“Gel bi rih têkoşînê hewl didin fikrên rêbertî pêk bînin”

Rewşenbîrên herêma Cizîrê destnîşan kir ku hemû pêkhateyên herêmê bi felsefeya rêber Ebdullah Ocalan ve girêdayî ne û bi rihê têkoşînê hewl didin fikirên wî pêk bînin. Li dijî tecrîdê Çalakiya greva birçîbûnê li zindanan, Mexmûr û Yunanistanê berdewam dike.

Rewşenbîrên herêma Cizîrê, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewama komploya navneteweyî ku derbasî sala xwe ya 23. bûye, pênase kir.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Ebûd Mexso anî ziman ku bi tecrîdê dixwazin vîna gelê Kurd têk bibe, û bi şêwazên cûda tecrîdê girantir bike.

Ebûd Mexso destnîşan kir ku hemû pêkhateyên herêmê bi felsefeya rêbertî ve girêdayî ne û bi rihê têkoşînê hewl didin fikirên wî pêk bînin.

Leyla Îbrahîm jî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk, qutkirina ava çemê Firatê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi armanca qirkirina kurdan e.

Çalakiya greva birçîbûnê 167 roj li pey xwe hişt

Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo berxwedan zindanan, Mexmûr û Yunanistanê xurtir dibe.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdê hat destpêkirin, bi biryardarî di roja 167’an de ji aliyê koma 34. ve berdewam dike.

Li Mexmûr jî, 146 roj û li Kempa Lavrîo ya Yewnanistanê 129 roj li pey xwe hiştin.

Li Swîsreyê daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin

Bi heman armancê kurdistaniyên li ewropyê jî di nava çalakiyên cûda de ne.

Li balafirxaneya Zurîh a Swîsreyê ciwanan li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan kirin.

Back to top button