Li Şedadê serçetekî DAIŞ’ê hat kuştin 2 çete jî hatin girtin

Hêzên ewlehiyê doh li Şedadê li dijî şaneyeke DAIŞ’ê operasyonek pêkanîn û di encama Operasyonê de serçeteyek hate kuştin 2 jî hate girtin.

Têkildarî operasyonê navenda Ragihandina Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek da û got:

“Hêzên me agahî girtin ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê bac li ser hin welatiyan ferz dikin û plan dikirin ku êrişan pêk bînin.

Piştî ku hêzên me cihê wan diyar kir, Hêzên me yên taybet ên HATê 23ê Mijdarê, bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke serkeftî li dar xistin.

Di encamê de 2 çeteyên şaneyên DAIŞê girtin serçeteyek jî li gundewarê Şedadî kuştin.

Emîrê şaneyê gule li hêzên me reşandin hêzên me jî bersiv dan û di encama pevçûnê de bêyî ku ti endamên me birîndar bibin ew serçete hat kuştin.

Di operasyonê de çekek kalaşnîkof, 8 cercûr, kembera teqemeniyê, narîncok û hin alavên leşkerî hatin desteser kirin.”

Her wiha asayîşê dazanîn ku serçeteyê ku hatiye kuştin hemwelatiyê Iraqê ye û li iraq û başûrê kurdistanê bepirsê zekatê bû û plandikir çend xalên ewlehiyê li herêma başûr bike armanc.

Back to top button