Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan-RJAK’ê li gundê Qela Tûkan yê Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê daxuyaniyek da û banga bidawîkirina her cûre tundiya li ser jinan kir.
Li ser navê RJAK’ê Şilêr Mihemed daxuyanî xwend û wiha hate gotin:
“Weke ku tê zanîn jin bi hezaran salin rastî qirkirin, tundî û destdirêjiyan tên.
Ev çanda pênc hezar salî diyar dike û bûye sîstemeke tundiyê ku rojane li cîhanê bi taybetî li Kurdistanê li dijî jinan tê kirin.
Her roj bi hezaran jin li ser navê namûsê dibin qurbaniyên mêr û dewletê.
Mafên mirovan xwe weke berpirsyarê kuştin û texrîbkirina xwezaya jinan li cîhanê nabînin.
Em weke jin bi tu awayî rê nadin tundiya li ser jinê berdewam bike.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Erka her jinê ye ku mafê xwe yê azadiyê biparêze û dest ji azadiya jinê bernede.
Divê her kes bizane ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe.”
“Tundiya li dijî jinê çavkaniya xwe ji dagirkerî û hişmendiya baviksalar digre”