Penaberekî din ê Iraqî li Kampa Holê hat kuştin

Li Kampa Holê ya Hesekê careke din penaberekî Iraqî hat kuştin.
Li gorî agahiyan, ev penaber bi çekeke bêndeg di çadira xwe de hatiye kuştin.

Piştî kuştina peneber Salih Ebû Xetab ê 27 salî, hêzên Asayîşê dest bi lêpirsînê kir.

26 Îlona borî jî, penaberekî Iraqî yê bi navê Qasim Şehlan li heman kampê hat kuştin.

Berî niha jî MSD’ê ragihandibû ku, ji ber zêdebûna jimar û bûyeran, ew ê koçberên Sûrî ji Kampa Holê derxînin.

Back to top button