Li Silêmaniyê..teqîn ji ber pirsgirêkên civakî rûdaye

Li yek ji taxên Silêmaniyê dengê teqînek hat bihîstin.
Berdevkê Asayîşa Silêmaniyê diyar kir tu kes birîndar nebûye.

Li gorî Roj News`ê li taxa Kazîwe ya Silêmaniyê di malekê de teqîn çêbû.

Tê gotin ji ber teqînê birîndar hene.

Lê Berdevkê Asayîşa Silêmaniyê Yasîn Semîh diyar kir ku di encama teqînê de tu kes birîndar nebûye.

Piştî bûyerê hêzek zêde ya ewlehiyê çûn cihê bûyerê û rê nadin kes nêzî cihê bûyerê bibe.

Berdevkê Asayîşa Silêmaniyê Yasîn Semîh ji Rojnews re eşkere kir

Di encama teqînê de tu kes birîndar nebûye.

Kesên li ser motorsikletekê bombeyek avêtine nava malekê.

Her wiha Yasîn Semîh diyarkir ew mal ti peywendiya wê bi ti hêzek siyasî ve nîne, bûyer ji ber pirsgirêkek civakî rûdaye.

Back to top button