Li Mikolayiv 12 kes mirin 33 birîndar bûn

Rûsya hersa binketina planên xwe yên kontrolkirin Ûkrayna, bi wêrankirinê re nîşan dide. Di êrişa li ser bajarê Mikolayiv de, 12 kes hatin kuştin û 33 jî birîndar bûn. Serdozgeriya Ûkrayna ragihand ku heta niha 145 zarok hatine kuştin û bêtirî 200’an birîndar bûne. Sererkaniya Ûkrayna ragihand ku hêzên Rûsya ji derdora paytext Kîev û bajarê Çarnihivê vedikişin. Hemwextî vê yekê, Pentagonê ragihand ku ewê leşker û balafirên şer yên û bişînin rojhilatê Ewropa.

Li Ûkrayna bi dijwarbûna êrişên Rûsya yên li ser welat re, welat kav dibe.

Rûsya ku piştî 25’ê Adarê dest bi êrişên bi çekên giran kirî, bajar kavil dike.

Di êrişa doh ya li dijî bajarê Mikalayiv de, 12 kes hatin kuştin û jimara birîndaran jî derket 33’an.

Avahiya walitiyê ya ku bo armanca êrişan, ziyaneke mezin dît.

Ûkrayna: Di êrişên Rûysa de 145 zarok hatin kuştin

Serdozgeriya Ûkrayna têkildarî şerê li welat û kuştina sivîlan daxuyaniyek weşand.

Serdozgeriyê got; Ji roja despêkê ya êrişê heta îro, 145 zarok hatine kuştin û 222 jî birîndar bûne.

790 avahiyên perwerdê ziyan dîtiye û 75 jî bi giştî hilweşiyane.

NY: 4 milyon kes ji Ûkrayna koçberî derve bûne

Metirsiya kuştinê pêla koçberiya ji nava welat jî zêde kiriye.

Komîserê Bilind ê Ajansa Penaberan a NY Filippo Grandi li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek da û got:

“4 milyon kes ji Ûkrayna koçberî welatên cîran bûne.”

Li Xarkivê nîşaneyên asta şer li ser rêyên bajar xuya dike

Ev der jî bajarê Xarkîv e.

Li bajar şerekî dijwar ku ji despêka êrişên Rûsya li ser welat de pêk tê.

Tankên hatine bêkêrkirin û wêraniya li nava kolanên bajar rewşê dide xuyakirin.

Ûkrayna: Hêzên Rûsya ji derdora Kîev û çernihiv vedikişin

Hemwextî rewşa heyî, Sererkaniya Ûkrayna têkildarî tevgera hêzên Rûsya ya li derdora paytext Kîev û bajarê Çernihivê agahî weşand.

Sererkaniyê got, Hêzên Rûsya ji derdora herdû bajarên navborî vedikişin.

Dema ev vekişîn pêk tê, li aliyê Mariupol jî hêzên Rûsya êrişên xwe dijwar kirine.

Di vê navberê de dema reva hêzên Rûsya ji cihên xwe, bi dronan hatin kişandin.

Ûkrayna: 17,300 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ûkrayna bîlançoya 35 rojên şerê li dijî artêşa Rûsya ku li ser xaka welat pêk tê weşand.

Li gorî vê; 17,300 leşkerên artêşa Rûsya hatine kuştin. 131 balafir, 131 helîkopter û 605 tankên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Pentagon wê leşker û balafirên şer bişêne rojhilatê Ewropa

Li aliyekî din, Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pentagon) amadekariyên sewqiyatên nû yên ji bo rojhilatê Ewropa dike.

Berdevkê Pentagonê John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de nirxandinan kir û diyar kir ku wan Yekîneya Kontrola Hewayî ya Hêzên Deryayî ya ku ji 200 leşkeran pêk tê ku li Norwêcê di tetbîqatê de ye, veguhestine Lîtvanyayê.

Kirby derbarê cihê ku ev leşker wê lê werin bicihkirin agahî parve nekir.

Back to top button