Wezareta Nefta Iraqê dest bi pêkanîna biryara Dadgeha Federal kir

Wezareta Nefta Iraqê têkildarî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya têkildarî nefta başûrê Kurdistanê daxwaza avakirina şerîkeyê kir.

15’ê Sibatê de Dadgeha Federal a Iraqê, têkildarî bi awayekî serbixwe firotina petrola başûrê Kurdistanê derveyî qanûnî dît.

Li ser vê yekê jî Wezareta Neftê ya Iraqê got ewê bîryarê pêk bînin.

Wezareta Nefta Iraqê ji bo rêveberina dosya neft û gaza Başûrê Kurdistanê daxwaza avakirina kompanyayekê kir.

Wê kompanya ser bi hikûmeta navendî be û navenda sereke li Hewlêrê be.

Hêjayî gotinêye Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 28’ê Adarê de diyar kiribû ku rojane 500 hezar bermîl neft henarde dikin û wê dema pêş de bi riya Tirkiyê gazê bigihînin Ewropayê.

Back to top button