Ermenistan û Azerbeycan li ser agirbestê li hev kir

Piştî banga serokê Rûsyayê Vladimir Putin ya rûniştina aliyên aloziya Qerebaxê, Ermenistan û Azerbeycan li ser agirbestê li hev kir. Lihevkirin îro dikeve pratîkê. Serokê Ermenistanê Ermîn Serkîsyan bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdana Tirkiyê ya li şer herêmê rawestîne.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî diyaloga li Moskoyê ya digel hempîşeyê wî yê Ermenistanî û Azerbeycanê, ragihand ku her du alî, li ser rawestandina şerê li Qerebaxê li hev kir.

Ev lihevkirin, îro dikeve pratîkê, da ku termên kuştî û dîlan pev biguhêrin.

Lavrov da xuyakirin ku her du aliyên şer, her wiha li ser çareserkirina aloziyê li hev kiriye û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor jî dê ji bo vê yekê, navbeynkar be.

Şêwirmendê Seroka Meclisa Federal a Rûsî Endrêh Biklanov hişyarî da Tirkiyê ku destwerdanê bi awayekî tekane li aloziya Qerebaxê neke û got:

“Rûsya çi destwerdaneke leşkerî yan piştgiriya Tirkiyê ji bo gurkirina şerê Qerebaxê, red dike.

Eger Tirkiye agirbesta navbera her aliyan binpê bike, dê bersiveke tund bixwe.”

Serokê Ermenistanê Ermîn Serkîsyan bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdana Tirkiyê ya li aloziyê rawestîne.

Ermîn Serkîsyan got:

“Kêliya ku dewleta Tirk a dagirker ji vê pirsgirêkê derkeve, dê herêm aram bibe û aliyên krîzê, li maseya diyalogan vegerin.”

Serokê Azerbeycanê Ilham Eliyev jî diyar kir ku divê koma Mînskê (DYE, Rûsya û Fransa) ji bo çareseriya pirsgirêka Qerbaxê bi bin bingeh û got:

“Em guftûgoyên aştiyê destek dikin”

Back to top button