Hêzên hikumeta Şamê Cebel El-Ekrad ê bajarê Laziqiyê û başûrê Idllibê topbaran kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh hêzên hikumeta Şamê deverên Cebel El-Ekrad li gundewarê bakurê bajarê Laziqiyê û bajarokên Sifûhin, El-Fitêra û Filêfil topbaran kirin.
Di heman demê de jî çeteyan nuqteyên hêzên hikumetê li bajarê Seraqibê topbaran kirin.
Her wiha di encama êrîşên hêzên hikumetê li ser gundê Şenan ê Cebel El-Zawiye de, zarokekî jiyana xwe ji dest da û hin kes jî birîndar bûn.