Antonio Guterres: Hindik maye em ji kendêl wer bibin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bang li welatan kir ku mirovahiyê biparêzin û hişyar kir ku “hindik ma ye em ji kendêl wer bibin.”
Antonio Guterres ragihand ku metirsiya guhertina avhewayê ya ji ber germahiya global wê ji bo cîhan û mirovahiyê gelekî giran be.

Guterres diyar kir ku sala 2021’ê bûye ji salên herî germ bû û bang li welatan kir ku ji ber guhertina avhewayê, mirovan biparêzin.

Li gorî Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê jî, bi serkêşiya DYE û bi tevlîbûna rêberên 40 welatan, dê Pêncşem û Înê konferansek di vê der barê de were lidarxistin.

Back to top button