Dewleta Tirk berê çeteyên xwe dide Yemenê

Dewleta Tirk a dagirker vê carê çeteyên xwe dişîne welatekî din û bi niyaz e wan bişîne Yemenê.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî belgeyên nû der barê vê yekê de bi parve kir û diyar kir ku nav û jimara van çeteyan jî bi dest xistine.

Li gorî navendê, MIT’a Tirk, buroyek ji bo tomarkirina navê çeteyên ku wê biçin Yemenê vekiriye û çete Kemal Taha El-Feyhan ji bo vê yekê erkdar kiriye.

Çete Kemal Taha ji bo çeteyan dengê xwe belav kiribû û tê de gotibû:

Çete wê li Efrînê bên komkirin û biçin Tirkiyê û paşê ji Siûdiyê derbasî Yemenê bibin.

Back to top button