Di operasyonên artêşa Somalî yên li dijî çeteyên Tevgera El-Şebab de, 3 serçete hatin girtin.
Artêşê Somalî ragihand ku duh êvarî li parêzgehên Şebîla Navîn û Şebîlya Jêrîn hêza Deneb a taybet, operasyonek li dijî Tevgera El-Şebab pêk anî.
Di encama wê de, 3 serçete ku di nav wan de, berpirsê belavkirina hizirê terorîst ê bi navê Elî Ebdelî Ce’lo hebû, hatin girtin.
Li gorî berdevkê operasyonê, di encama operasyonê de her wiha navenda Tevgerê ya li parêzgehê bi temamî hat rûxandin.
Herî dawî jî 4 çeteyên heman Tevgerê di operasyonekê de hatin kuştin.
Ji meha borî û heta niha, 169 çeteyên Tevgera el-Şebab ku di nav wan de 12 serçete hebûn, hatine girtin.