“Eger em dev ji zimanê dayîkê berdin em xiyaneta şehîdan dikin”

Endamên Rêveberiya Komîteya Şopandina Dibistanan yên navçeya Girkê Legê xwestekên ENKS’ê ya rakirina zimanê Kurdî şermezar kir û got eger em dev ji zimanê dayîkê berdin, em xiyanetê bi xwîna şehîdan re bikin.

Perwerdeya bi zimanê Kurdî yek ji destkeftiyên şoreşa Rojava ye û xewneke sedsalane bû, lê gava ev yek hat ber destan, mixabin hin aliyên Kurdî kelem avêtin pêşiya birêveçûyîna vê yekê.

ENKS’ê di hevdîtinên Kurdî de, helwesta xwe ya rakirirna zimanê Kurdî nîşan da.

Endamên Rêveberiya Komîteya Şopandina Dibistanên navçeya Girkê Legê, nêrînên xwe der barê vê helwestê de anîn ziman û xwestekên ENKS’ê rexne kirin.

Endaman rakirina perwerdeya bi zimanê Kurdî red kir û diyar kir ku dema desthilatek hewldana tunekirina hebûna gelekî bike, berî her tiştî wî ji zimanê wî dûr dixe û ENKS’ê bi vê daxawzê dijminatiyê zimanê xwe dike.

Endamên Rêveberiyê, bidûrxistin û jidestdayîna ziman weke xiyaneta bi xwîna şehîdan re bi nav kir.

Endamên Rêveberiya Komîteya Şopandina Dibistanên li navçeya Girkê Legê, di dawiyê de, bang li gelê Kurd kir ku zimanê dayîkê biparêzin û li dijî her kesên ku hewldana rakirina fêrkirina bi ziman dayîkê dikin, bisekinin.

Back to top button