Li gundewarên Hema û Idlibê, hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk careke din êrîşî hev kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji duh û hata vê sibehê, hêzên hikumeta Şamê bi giranî, nuqteyên çeteyan li Başûrê Idlib û bajarokên El-Ziyara û Qeston li Rojavayê Hemayê topbaran kirin.
Çavdêriyê her wiha diyar kir ku duh jî çeteyên Tirkiyê deverên hêzên hikumetê li Kefer Nûbilê û Hezarên yên başûrê Idlibê armanc kirin.