“Hikûmeta Iraqê soz da ku cenazeyê şervanê YBŞ û 2 sivîlên birîndar berde”

Hikûmeta Iraqê li şûna ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê bertek nîşan bide, şervanên YBŞ’ê yên di êrîşên asmanî yên Tirkiyê de birîndar bûne, binçav dike. Şêniyên Şengalê duh li dijî binçavkirin û desteserkirina cenazeyê şervanê YBŞ’ê yê di êrîşa Tirkan de şehîd bûbû, çalakiyek pêk anî. Çalakî encam girt û rayedarên Iraqê soz dan ku heta îro êvarê cenaze û kesên girtî berdin.

Di 9’ê Mijdarê de balafirên arteşa Tirk mezraya Xelef a girêdayî gundê Barê yê bajaroka Xanesor a Şengalê bombebaran kiribû.

Di encama êrîşê de, endamekî YBŞ’ê û 2 sivîl birîndar bûbûn.

Hersê birîndar piştî êrîşê, veguhestibûn nexweşxaneya Mûsilê.

Şervanê YBŞ’ê ku hîn nasnameya wî nehatiye eşkerekirin, li nexweşxaneyê şehîd bû.

Lê hêzên ewlekariyê yên Iraqê cenaze desteser kir û hîn jî radestî malbatê nehatiye kirin.

Her wiha herdu sivîlên birîndar jî li nexweşxaneyê hatine girtin.

Şêniyên Şengalê li hember van kirinan daketin qadan û bi meşekî hikûmeta Iraqê şermezar kir.

Xwepêşandêran li ser rêya meşê li ser rêbendeke hêzên ewlekariya Iraqê sekinîn û diyar kir ku heta cenazeyê şervanê YBŞ’ê û herdu sivîlan neyên berdan, wê çalakiya xwe ya li rêbendê dewam bikin.

Di dema çalakiyê de, şandeyek ji nava gel bi rayedarên ewlekariyê yên Iraqê re axivîn û daxwazên xwe pêşkêş kirin.

Piştî hevdîtinê, Cîgirê Hevserokên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm daxuyaniyek da û destnîşan kir ku rayedarên ewlekariyê daxwazên wan guhdarî kirine û soz dane ku şervanên YBŞê berdin.

Îbrahîm anî ziman ku li gorî soza wan, divê heta îro êvarê cenaze were rasdestkirin û herdu şêniyên birîndar jî werin berdan.

Li gorî Heso Îbrahîm, wan ji rayedaran re gotiye ku eger heta sibe êvarê ev soz nehat bicihanîn, ew ê helwesta xwe tundtir nîşan bidin û çalakiyên xwe zêdetir bikin.

Piştî vê daxuyaniyê, xwepêşandan hat bidawîkirin.

Back to top button