Rûsya û Tirkiyê bi dewriyeke hevbeş li gundên Dirbêsiyê û Zirganê geryan

Rûsya û Tirkiyê li navçeya Dirbêsiyê û gundên Zirganê dewriyeyek hevpar pêk anîn.

Îro di navbera efserên Rûs û Tirk de, civînek ku derdora du saetan dom kir, hat lidarxistin.

Piştî civînê dewriyeya hevbeş a herdu aliyan ji gundê Şêrkê yê ku 13 km li rojavayê navçeya Dirbêsiyê dikeve, dest pê kir.

Dewriye ber bi gundên rojavayê navçeyê ve heta gundê Kesra yê girêdayî navçeya Zirganê çû.

Piştî gera bi qasî du saetan hêzên Rûsya li nuqteyên xwe yên li gundê Şêrkê vegeriyan.

Panzêrên artêşa Tirk a dagirker jî, derbasî Tirkiyê bûn.

Back to top button