Jinên herêma Firatê: Êrîş li ser tevahî jinan e

Şaxê Kongreya Star a Til Temir û Jinên Herêma Firatê qirkirin, sûcên şer û kirinên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê bi daxuyaniyên girseyî şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de bang li rêxistinên mirovan kirin ku ji bo şervana YPJ Çîçek Kobanê ya dîl ketibû radestî YPJ bikin, bikevin nav tevgerê.

Jinên Herêma Firatê bi pêşengiya Kongreya Star, dîlgirtina şervana YPJ Çîçek Kobanê û sûcên şer yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Daxuyanî li qada Jina Azad a Kobanê bi awayekî girseyî pêk hat.

Jinên Herêma Firatê diyarkirin ku armanca sereke ya êrîşên dagirker a dewleta Tirk û çeteyên wê tinekirina şoreşa jinê ye.

Jinan destnîşankirin ku YPJ li ser navê hemû jinên cîhanê li dijî êrîş û hovîtiya dewleta Tirk û DAIŞ’ê şer dike û şervana YPJ Çîçek Kobanê ku birîndarî dîl hate girtin û rastî kirinên çeteyan hat jî yek ji wan bû.

Jinên Herêma Firatê bang li hemû rêxistinên mafê mirovan kirin ku li hemberî van kiryaran bêdeng nemînin.

KONGREYA STAR: ŞOREŞA JINÊ HEDEF DIGIRIN

Şaxê Kongreya Star a Til Temirê jî bi tevlîbûna girseyeke qelabalix bi heman armancê daxuyanî da.

Hat destnîşankirin ku dewleta Tirk û çeteyên xwe, şoreşa jinê, siyasetmedar û şervanên YPJ’ê hedef digre.

Endamên Kongra Star bang li civaka navnetewî, rêxistinên mafên mirovan û jinan kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin û Şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê radestî hêzên YPJ`ê bike.

Leave a Reply

Back to top button