Civînek ji Jinên li hember tundî û astengiyên Jiyanê sekinîne hat lidarxistin

Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê Tora Pêşengên Aştiyê, Rêxistina Sara, Komeleya Şawîşka ya Jinan û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civîn ji jinên li hember tundî û astengiyên jiyanê sekinîne û bi serketine re li dar xist.

25`ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, di encama kuştina her sê xwişkên Mirabal ku rejîma dîktator a komara Dominican Rafael Trujillo red kiriye, hat ragihandin.

Bi vê boneyê Tora Pêşengên Aştiyê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û Komeleya Şawîşka ya Jinan civînek ji jinan re li dar xist.

Di çalakiyê de nûnerên ji saziyên civaka sivîl, rêxistinên civaka sivîl, jinên ji saziyên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, Mala Jin, gelek jinên xwedî tecrûbeyên jiyanê yên li hember tundî û astengiyan sekinîne û bi serketine, beşdar bûn.

Hevseroka Yekitya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Anahîta Sîno li ser astengiyên li pêşberî wan axivî û got:

Piştî gelek astengiyan min ji nû ve dest bi pênûsa xwe kir.

Endama rêveber a Mala Jin a herêma Cizîrê Behiye Murad jî dibêje:

Meclisa Jinan a partiya Sûriya pêşerojê panelek li ser tundiya li dijî Jinan li dar xist

Partiya Sûriya Pêşerojê panelek bi sernavê “Em bibin yek û bi hev re tundî bi dawî bikin û dagirkeriyê têk bibin” li dar xist.

Di panelê de 3 mijarên bingehîn hebûn, cureyên tundiyê, sedemên tundiya li dijî jinan û bandorên tundiyê yên derûnî û tenduristiya jinan.

Endama rêveber a Nivsîgeha Perwerdeyê ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Sena Xidir mijarên panelê şîrove kir û got:

Edatên civakê di biçûkxistina jinan û nepêkhatina wekheviyê navbera mêr û jinan de roleke mezin lîst.

Rêxistina Sara ya Kobanê pankart li kolanên sereke dalqand

Di vê çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiyê a Kobanê, dest bi hemleya 25’ê Mijdarê kir.

Îro li kolanên sereke jî pankartên bi nivîsa “Dengê min bi dengê te re, na ji kuştina jin ê re”, “Bi hev re di cîhanekî bê tundî de” û “Bi hev re em tundiyê têk bibin” hatine dalqand.

Têkildarî mijarê Endama Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiyê Qudret Osman axivî û got:

Ev hemle wê bibe çareseriya pirsgirê û tundiya li ser jin û civakê.

Back to top button