Japonî di bin siya kuştina Abe de çûn ser Sindoqan

Li Japonyayê gel ji bo hilbijartinên Meclîsa Bilind a Meclîsê deng da.
Li welatê ku 3 roj berê Serokwezîrê berê Abe lê hat kuştin, tedbîrên ewlehiyê yên derbarê siyasetmedaran da hatin zêdekirin.
Partiya Demokrat a Lîberal (LDP) û hevkarê wê Komeito di hilbijartinê de biser ketin.

Li Japonya ku bi kuştina Serokwezîrê berê Şînzo Abe hejiya, gel ji bo diyarkirina meclîsa jor çûn ser sindoqan.

Li gorî medyaya Japonî, Partiya Demokrat a Lîberal (LDP) ya bi serokatiya Serokwezîr Kişida Fumio û hevkarê wê Komeito ji 125 kursiyan bêtirî 70 kursî bi dest xistin.

LDP û Komeito di hilbijartinê de bi ser ketin

Bi vî rengî, bloka desthilatdar di meclîsa jor a 248 endaman de piraniyek parast û yekem car bendava 166 kursî ya ku ji bo guheztina Destûra Bingehîn a 1947’an pêwist dikir, derbas kir.

Di hilbijartina 2021’an de bi serketina LDP’ê a bi desthilatdariya Serokwezîr Kişîda xurtir bû.

Hejmara kursiyên Partiya Destûra Bingehîn a Demokratîk (CDP) li Meclîsê daket 20’î.

Di sîstema hilbijartinê ya li Japonyayê de, meclisa bilind a parlamentoyê ji bo 6 salan tê hilbijartin.

Lê her 3 sal carekê nîvê 248 kursiyên parlamentoyê careke din ji bo dengdanê tên bangkirin.

Serokwezîr Kişida wê hêza xwe ya piştî ziyanên ji ber pandemiyê derketî, niha di zêdebûna nirxê xwarin û enerjiyê de biceribîne.

Kişîda ji ber êrîşa Rûsyayê ya Ukraynayê û lêgerîna Çînê ya serdestiyê li herêmê, daxwaza zêdekirina lêçûnên leşkerî dike.

Tevdîrên ewlehiyê hatine zêdekirin

Piştî kuştina Abe, polîsên Japonî ewlehî li dora siyasetmedaran tund kirin.

Di pêkanînên berê de, hêzên ewlekariyê di kampanyayên ku siyasetmedar bi gel re di nava têkiliyê de bûn, hînekî li paş diman.

Li bajarên Yamanaşî û Nîîgata ku Serokwezîr Kişîda axaftinên xwe yên dawî yên hilbijartinê kir, ji bo parastina serokwezîr zêde polîs hatin erkdarkirin.

Kesên bo guhdarkirinê hatin qadê jî yek bi lêgerîn li ser wan hate kirin.

Polîsên Japonya di kuştina Abe de xemsariya ewlehiyê qebûl dikin

Serokwezîrê berê Abe di 8’ê Tîrmehê de dema ku li bajarê Nara di çalakiyek li derve de ji bo piştgirîkirina kampanyaya hilbijartinê ya namzedê Partiya Lîberal Demokrat diaxivî, bi çeka destçêkirî hat gulebarankirin.

Abê ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.

Lê tevî hemû hewildanan jî jiyana xwe ji dest da.

Polîsê Japonî ji ber tevdîrên kêm li xemsariya xwe mikur hatin.

Back to top button