Îsraîl: Rojeva sereke ya serdana Biden Îran e

Îsraîl di her fersendê de dijminahiya xwe ya ji hêzbûna Îranê tîne ziman.
Serokwezîrê Îsraîl Lapid ev yek carke din dubare anî ziman.
Lapid got, rojeva sereke ya serdana Serokê Amerîka Biden bû Îsraîlê wê Îran be.
Rêveberiya Tel Evîvê careke din banga helwesteke bi biryar a li dijî Tehranê kir.

13’ê Tîrmehê Serokê Amerîka Joe Biden wê serdana Îsraîlê bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid got, rojeva serdanê ya sereke wê daxwaza sebandina cezayên hîn zêdetir li ser Îranê be.

Yair Lapid doh anî ziman ku ew û Biden wê li ser berfirehkirina çalakiyên hevbeş li dijî rêveberiya Tehranê gotûbêj bikin.

Lapid ku dixwaze sizayan li ser Îranê bisepîne, xwest ku di çarçoveya bernameya nukleerî de ji bo armancên Tehranê bersiveke “biryar” bide.

Lapid yê ku 1’ê Tîrmehê dest bi erkê serokwezîrtiyê kirî civîna kabîneya xwe ya duyemîn pêk anî.

Di civînê de îşaret bi mijara pêkanîna zextên li ser Îranê kir.

Lîderê Îsraîlî heta hilbijartinên 1’ê Mijdarê wê wek serokwezîr û wezîrê derve yê hikûmeta demkî kar bike.

Lapid: Divê ceza werin pêkanîn

Li gor raporta Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê ku dawiya heftiyê hat weşandin, Îranê ew di warê zengînkirina uranyumê de agahdar kiriye.

Li ser vê yekê Lapid got,

“Derket holê ku Îranê bi santrîfujên pêşketî ûranyumê dewlemend kiriye.

Ev jî bi temamî berovajî peymanên hatine îmzekirin e.”

Serokwezîrê Îsraîlê îşaret bi wê yekê kir ku divê mekanîzma sizayan li dijî Tehranê bi hemû hêza xwe bikeve tevgerê.

Îsraîl li dijî vegera peymana nukleerî ya di navbera hêzên navneteweyî û Îranê de ye.

Li gorî peymana sala 2015’an, ger Tehran bernameya xwe ya nukleerî bidawî bike, divê cezayên sivik bibin.

Di sala 2018’an de, Amerîka bi awayekî yekalî ji rêkeftinê derket û di dema serokatiya Donald Trump de cezayên li ser Îranê ji nû ve hatin sepandin.

Biryara Trump li Îsraîlê bi keyfxweşî hatibû pêşwazîkirin.

Ji aliyê din ve Serokê niha Biden ragihand ku ew dixwaze vegere peymana navborî.

Danûstandinên bi armanca vegerandina peymanê, di nav wan de danûstandinên nerasterast bi Amerîka re, di Nîsana sala borî de li Viyenayê dest pê kiribûn.

Lê danûstandin ji meha Adarê ve di xitimandinê de ne.

Back to top button