Serokwezîrê berê Şînzo Abe jiyana xwe ji dest da

Li Japonya, serokwezîrê berê Şînzo Abe bû armanca êrişeke sekvaniyê û bi giranî birîndar bû. Tevî destwerdana doktoran jî Abe nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Êriş li bajarê Nara pêk hat.

Serokwezîrê berê Şînzo Abe ê 67 salî ji bo tevlî xebatên hilbijartinê bibe, çû serdana bajarê Nara.

Di kêliya axaftinê de, Abe ji piştê vê bû armanca êrişeke çekdar û di cih de ket xwarê.

Ji cihê bûyerê hat ragihandin ku rewşa wî pir giran e.

Ji ber ku birînên wî xedar bûn, herikîna xwînê di bedena wî de rawestiyaye.

Û li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan jî serokwezîrê berê nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Derket holê ku kesê êrişkar 42 salî ye û leşkerekî kevn ê Hêzên Parastina Deryayî ye.

Piştî mirina Şînzo Abe, Amerîka, Rûsya, Îngilîstan, Faransa û lîderên gelek welatên cîhanê daxuyanî dan û êrişa şermezar kirin.

Lîderan di daxuyaniyê de ji ber mirina Abe, xemgîniya gelê Japan parve kirin.

Ji şerê cîhanê yê duyemîn ve, bi giştî cara 10’an ku li Japanê, êrişên bi vî rengê têne kirin.

Serokwezîrê berê Şînzo Abe bi giranî birîndar bû

Back to top button