Li Bab û Serê Kaniyê şênî rabûn ser pêyan

Li herêmên dagirkirî Bab û Serê Kaniyê şênî li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê derketin xwepêşandanan.Li Efrînê jî seferberiyeke giştî di navbera komên çeteyan li ser bendên kontrolê û sivîlan de heye.

Li Serê Kaniyê û Babê yên dagirkirî li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê, gel serî hilda.

Duh şêniyên Babê, li dijî çeteyên “Sultan Murad” li dergeha Ebû Zendên a di navbera herêmên serweriya hêzên hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de, piştî ku beşek şêniyên bajarê Quneytera bi serpereştiya Rûsya û hikumetê gihaştin herêmê, derketin xwepêşandan.

Çeteyên Sultan Murad ên ku yekser bi fermana istîxbarata Tirk dixebitin, gule li sivîlan reşandin û bi dehan kuştî û birîndar çêbûn.

Navneda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kiribû ku hikumeta Şamê bi serpereştiya Rûsyayê bi armanca ku xebatên guhartina demografiyê bidomîne ku xwesteka dewleta Tirk e, 30 malbat (150 kes) ji bajarê Quneytera derbasî herêmên dagirkirî yên Babê kirin.

Dagirkeriya Tirk 750 malbatên Filestînî li Efrînê bi cih kirin

Hate gotin ku dagirkeriya Tirk bi armanca guhartina demografiyê li Efrînê, di demên dawî de derdora 750 malbatên filistînî li Efrînê bi cih kirin.

Li Efrînê seferberiya giştî navbera komên çete de heye

Çavkaniyên ji herêmê duh da zanîn ku bi sedan wesayîtên leşkerî yên girêdayî çeteyên Cebha Şemiyê ber bi dergeha Ebû Zendên ve çûn û seferberiyeke giştî di navbera komên çeteyan li ser bendên kontrolê û sivîlan de heye.

Her wiha bendên kontrolê yên qaşo “polîsên leşkerî” yên girêdayî dagirkeriya Tirk ji aliyê çeteyên Firqeya El-Mûtesim ve hatine dorpêçkirin.

Li Serê Kaniyê jî, li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber rewşa jiyanî, şênî xwepêşandan pêk anîn.

Back to top button