Serokê Şaredariyê: Ji ber hewldanên aştiyê ev xelat layîqî Ocalan e

Şaredariyeke din ya Îtalî hemwelatîbûna rûmetê da Rêber Abdullah Ocalan.

Komuna Fossalto ya girêdayî bajarê Campobasso ya herêma Molîse ya Îtalyayê ragihand ku hemwelatîbûna rûmetê daye Ocalan.

Serokê Şaredariyê anî ziman ku ji ber hewldanên aştiyê ev xelat layîqî Ocalan dîtine û wiha anî ziman:

“Îdeolojiya ku Ocalan pêş xistî, li Rojava bûye mînak, bi vê jinê di nava rêveberiyê de cih girtiye û li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîneke xurt kiriye.”

Serokê Şaredariyê destnîşan kir ku ji bo dayîna hemwelatîbûnê ya ji Ocalan jî direng mane û bang li şaredariyên din jî kir di vê mijarê de gav bavêjin.

Çileya 2019’an jî şaredariya Tûfara ya girêdayî bajarê Compobasso hemwelatîbûna rûmetê dabû Ocalan.

Back to top button