Dagirker, li Girê Spî û Minbicê nuqteyên rejîma Sûrî kirin hedef

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê Girê Spî, Zirgan û Minbicê topbaran kirin û nuqteyên rejîmê kirin hedef.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Qizelî, Şorbanîsk, Silîp, Xerab Sahrûc ên Girê Spî bi çekên giran topbaran kirin.

Di êrîşê de jîngehên sivîlan û nuqteyên rejîma Sûrî hatin topbarankirin.

Her wiha dagirkeriya Tirk, derdora navçeya Zirganê yê herêma Serêkaniyê jî bi çekên giran û obusan topbaran kir.

Têkildarî ziyanên êrîşan jî ti agahî nehatin bidestxistin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand ku artêşa Tirk gundê Ereb Hesen ê bakurê rojavayê bajarê Minbicê topbaran kir.

Navendê diyar kir ku nuqteyên rejîma Sûrî bi çekên giran hatin topbarankirin.

Di heman demê de balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser herêmê difiriyan.

Back to top button