Di bombebarana Rêjîmê de herî kêm 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li Idlibê şera heyî gurtir dibe, rêjîma Sûrî û artêşa Tirk balafirên hev dixin xwarê, îro jî herî kêm jî 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, di bombebaran rêjîma Sûrî ser gundewarê Idlibê, 4 leşkerên Tirk hatin kşutin û 7 jî birîndar bûn.

Her wiha îro, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê diyar kir ku wan balafireke şer a rejîmê xistiye xwarê.

Rejîma Sûrî jî ev yek piştrast kir û diyar kir ku balafira ku hatiye xistin li herêma Cebel Zawiya li başûrê Idlibê bû.

Piştî wê, rejîma Sûrî teqez kir ku wan jî balafireke bêmirov a dewleta Tirk li derdora bajarokê Seraqibê li Idlibê xistine xwarê.

Yekşema borî jî, dewleta Tirk li Idlibê 2 balafirên şer ên rejîmê anîbûn xwarê.

Li hember wê jî rejîmê gelek balafirên bê mirov yên dewleta Tirk xisitn xwarê.

Back to top button