Ev 105 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Ev bû 105 roj in ti kes tiştekî li ser Rojnamevan Silêman Ehmed nizane.
Tiştê diyare ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiyê revadin û heta niha aqûbeta wî nehatiyê zanîn.

Silêman Ehmed rojnamevanekî Kurd ji Rojavayê Kurdistanê ye.

Erka wî di ajansa Rojnews’ê edîtorê beşa erebî wegirtibû.

Lê dema xwest ji rojava biçe başûr ji aliyê desthilata PDK’ê ve hat revandin û ev bû 105 roj in çarenûsa wî nediyare.

Lê mixabin hêzên PDK’ê rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel wî bike.

Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî şermezar dikin.

Parêzer Silêman Ehmed daxwaza hevdîtinê li gel wî kirin lê her carî ev daxwaz tê redkirin.

Herî dawî 2’yê Çile tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan. Dadwer ferman da ku parêzer Silêman Ehmed bibînin.

Lê piştî parêzer çûn asayîşa Dihokê carek din ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve parêzer hatin astengkirin û guh nedan fermana dadwer.

104 rojin PDK’ê rojnamevan Silêman Ehmed revandiye

Back to top button