ÊLÊN BRADOS Û SURÇIYAN SERDANA ÇALAKGERÊN MERTALÊN ZINDÎ KIR Û PIŞTGIRIYA XWE DAN

Ev 15 roje li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û ji bo parastina xaka Başûrê Kurdistanê, li herêma Bradost Komeleya Ciwanan çalakiya Mertalên zindî daye destpêkirin. Her ku diçe jî piştgiriya ji bo ciwanan zêde dibe

Bi vê boneyê duh komek şêniyên ji eşîra Bradost û Surçiyan serdana ciwanan kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.

Li ser navê her du eşîran Neeman Surçî axivî û got;

Dagirkeriya dewleta Tirk jiyana şêniyan xirab kiriye, divê hemû gelê Kurd li dijî dagirkeriyê yekitiya xwe ava bikin.

Li ser navê RJAK’ê Hîran Mihemed jî got:

Çawa dewleta Tirk Efrîn dagir kir, bi heman awayî dixwaze vê xaka pîroz jî dagir bike.

Bi hezaran çeteyên DAIŞ di destê wan de ne, dixwazin ji bo vê êrîşê bikarbînin.

Ji bo vê ger em îro bêdeng bin, wê sibe gelek dereng be.

Leave a Reply

Back to top button