Şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn “Asayiş” Îzedîn Cûma El-Elî li goristana Şehîdan spart axê.
Şêniyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îzedîn Cûma El-Elî li goristana Şehîdan spart axê.
Şêniyan cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îzedîn Cûma El-Elî ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi goristana Şehîdan a başûrê bajar ve ketin rê.
Merasîmê oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir.
Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Cîhan Mistefa axivî.
Cîhan Mistefa got:
“Ji bo xwîna şehîdan a pak dê erka me ya pêşî parastina welat û gel be. Em nehêlin ku dijmin armancên xwe li herêmê pêk bînin.”
Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şêx axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Hala Elwan jî got:
“Şehîd ew in ên ku çek rakirin û rêya serkeftin an şehadeta hilbijartin.”
Bi navê Rêveberiya Sivîl a Minbicê endamê rêveber Ebdulletîf El-Omer jî axivî û behsa nirxên şehîd û şehadetê kir.
Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Werda El-Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.
Cenazeyê şehîd Îzedîn Cûma El-Elî di nava diruşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.