Li Awisturyayê kesek girêdayî MÎT’a Tirk hat girtin

Li Awisturyayê kesek girêdayî MÎT’a Tirk hat girtin, hikûmet jî got ku divê destdirêjiya Tirkiyê li welatên Ewropayê raweste.

Meha Hezîrana borî li paytexta Awisturyayê, nijatperestên Tirk ên alîgirên desthilata Tirkiyê êrîş dijî muxalifên rêjîma Erdogan pêk anîbûn.

Polîsên Awisturyayê ku êrîşên nîjatperest ên li dijî Kurdan ku meha Hezîranê li Viyanayê pêk dihatin lêkolîn dikirin, endamekî sîxûrê MÎT’ê li ser sûc girt.

Tê texmînkirin ku sîxûrê hatî girtin ne tenê li Awisturyayê li hemû Ewropayê aktîve.

Li ser bûyerê Wezîrê Karê Hundir Carl Nehmer daxuyaniyek fermî da.

Carl Nehmer fikarên xwe anî ziman û got ew hewildanên Tirkiyê ya bandorkirina ser prensîbên sereke yên welêt red dikin.

Nehmer diyar kir ku divê hemû dewtwerdanên dewleta tirkiyê di kar û barên Ewropayê de were rawestandin.

Beriya niha jî Wezîrê Karên Derve daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kiribû ku têkiliya xwe bi Tirkiyê re careke din ber çavan derbas bike.

Back to top button