Leşkerên Îran êrîşî kolberan kir, kolberk hat kuştin

Hêzên rejima Îranê li ser sînorê bajarê Pîran-şarê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek kuşt.

Malpera Kolber-news’ê ragihand ku li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejima Îranê gule li kolberan reşand, di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da.

Kolberê ku hate kuştin navî wî Mihemed Xalid Ebdullah-zadeh e û bavê 2 zarokan bû.

Back to top button