Ciwanên Kurd li Swîsreyê tecrîd şermezar kirin

Bi banga seferberiyê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger Ciwanên Kurd li dijî tecrîdê li Swîsreyê daketin qadan.

Di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de, ciwanên Kurd ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin çalakiyan lidardixin.

Çalakvan li qada Bahnhofplatzê kombun û li wir çalakgerên ciwanên şoreşger axivîn û gotin.

” Ev 25 meh e em agahî li rêberê xwe nagirin, tecrîd yekcar girantir bûye.

Em ciwanên Kurd ku me li çar aliyên Kurdistanê berxwedana li dijî tecrîdê ji xwe re kiriye esas, em li kû bin jî em ê li qadan bin.

Çalakî, bi daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO û geşkirina ruhê seferberiyê bi dawî bû.

Back to top button