“Divê Komkara Erebî erênî nêzî Insiyatîfa Rêveberiya Xweser bibe”

Siyasetmedar Bekir Hec Îsa bang li dewletên Ereban kir ku bi awayekî erênî nêzî Însyatîfa Rêveberiya Xweser bibin.

Îsa li ser vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî anî ziman ku tiştekî xwezayî ye û got:

“Dewletên Ereban di xebatên sererastkirina bajarên Sûriyeyê de dikare roleke aktîf bilîze.

Ji wê zêdetirî dikare di çareserkirina pirsgirêka penaberên Sûriyeyî de bibe alîkar.

Lê ya herî girîng ew e ku li welat herêmeke fireh heye û di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ye.

Divê dewletên Ereb û hikumeta Şamê xwedî nexşerêyeke dan û standina bi vê rêveberiyê re bin.”

Îsa diyar kir ku em bi hêvî ne ku dewletên Ereban bi awayekî erênî nêzî Însyatîfa Rêveberiya Xweser ve bibin.

Niha pêdivî bi pêkanîna diyalogeke cidî di navbera aliyên Sûriyeyê de ye.

Insiyatîfa çareserkirina aloziya Sûriyê

Vegera Sûriyê li Komkara Erebî hat pejirandin

Back to top button