QSD’ê bi daxuyaniyekê encama plana êrişa li ser Hesekê eşkere kir

Fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê îro derbarê plana DAIŞ’ê ya êrişa li ser Hesekê daxuyaniyeke çapemeniyê da… QSD’ê diyar kir êrişa li ser girtîgeha Sînaa di encama planeke demdirêj de hatiye kirin û wiha got, “Ev êriş ne tenê ji bo revandina çend çeteyên girtî bû, lê ev destpêka êrişeke mezin li ser herêmê bû.”

Fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê derbarê plana DAIŞ’ê û êrişa li ser Hesekê daxuyaniyeke çapemeniyê da…

Daxuyaniya fermandariyê wiha ye: “Di dîroka 20.01.2022, saet 7ê êvarê êrişekî berfireh û plankirî yê terorîstên DAÎŞ’ê li ser girtîgeha Sinaa ya li Hasekê ku bi hezaran girtiyên Daişê lê girtî ne çêbû..

Gelek grubên çeteyên DAÎŞ’ê ên xwekûj ji derve de tevlî vê êrişê bûn.

Di dema êrişê de, destpêkê wesayîtekî teqemeniyê li ber deriyê girtîgehê yê derve teqiya û ji 3 milan ve êrişî ser girtîgehê kirin..

Di heman demê de jî bi hezaran çeteyên di hûndirê girtîgehê de êrişî ser karmendên girtîgehê û ewlekariya girtîgehê kirin..

Her wiha kamyonek tijî çek û cebilxane jî nêzî deriyê girtîgehê kirin da ku Daiş’yên girtî bi çek bibin…

Ger ev plan bighêjta sêrî, wê êrişî Taxa Xwêran,Zihûr û hin saziyên Rêveberiya Xweser û yên leşkerî yên li herêmê bikirana û armanca esasî ev bû.

Dîsa li taxên wek Xwêran û Zixûr di hindek malan de xendek hatibûn kolandin da ku ji wir jî êriş bikin.

Lê belê di serî de şervanên parastina girtîgehê û hêzên me bi qehremanî û di serî de jî hevalê Cemal Kobanê û hevalê Akîf yên ku rêveberiya ewlekariya girtîgehê bûn, heta ku şehîd bûn şer kirin..

Berxwedana van hevalan plan asteng kir.

Paşê jî hêzên me yên QSDê û Asayîşê yên li herêmê bi lezgînî mûdaxele kirin û bi lez girtîgeh xistin dorpêçê.

Daiş’îyên dîwar kon kiribûn û ji girtîgehê reviyabûn xwe gihandibûn avahiyên zînîngehê yê bi dîwarê girtîgehê ve jî hebûn.

Hêzên me derdora avahiyên zanîngehê jî xistin dorpêçê.”

Êdî êrişa dijber a hêzên me dest pê kir.”

Fermandariyê anî ziman ku piştî hêzên wan hemû dever dorpêç kirin, dest bi êrişa dijber kirin û wiha dewam kir:

“Di çarçova Pêngava Gurzê Gelan de operasyonê him li derdora girtîgehê û Hasekê û him jî li giştî herêmên wekî Dêrezor û Reqqayê dest pê kir..

Di encamê de careke din ev girtî hemû ketin bin kontrolê û derbasî girtîgeheke cûda hatin kirin.

Ji bo zirar neghêje hemwelatiyan û kesên ku Daiş’ê ji xwe re kiribûn mertal, hêzên me bi bêhnfirehî û bi hişyariyekî mezin tevgeriyan…

QSD’ê: Êriş mezin bû û DAIŞ’ê dixwest careke din serdema tarî ferz bike

Di bin fermandartiya hevalê Cemal Kobanê de ku rê li planê girt û destpêkirina pêngava paqijiyê, rewş ket bin kontrolê û plana DAIŞê têk çû.

Li gorî belgeyên ku hatine bi dest xistin û li gorî îtirafên berpirsiyarên çeteyên êrişkar yên hatine girtin, plan ew bû ku piştî girtina girtîgehê, êrişî taxên din bihata kirin..

Hemwextî vê jî wê li cihên wekî Hol, Şeddadê û Dêrezorê êriş pêk bihatana û bi vî awayî wê DAÎŞê xîlafeta xwe ya qaşo Dewleta Îslamî ya Duyemîn îlan bikirana.

Ev êriş ne tenê ji bo revandina çend çeteyên girtî bû. Xwestin vê bêxin destpêka êrişekî mezin li ser herêmê û carekî din terora kûştinê û demekî tarî û reş li ser gelên herêmê ferz bikin…”

 

Back to top button