Di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê”, aktîvîstên TCŞ û Têko-JIN li Londonê, Komuna Ciwanan a Şehîd Fîraz Dag avakirin.
Çalakvanên Tevgera Ciwanên Şoreşger-TCŞ û Jinên Ciwan ên Têkoşer-Têko-JIN Li paytexta Îngilistan Londonê destpêkê serdana gora şehîd Fîraz Dag kirin.
Piştre ciwanan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ciwanan balkişandin li ser rola Şehîd Fîraz Dag-(Mehmet Aksoy) ) ê ku sala 2018’an li Reqayê di şerê dijî DAIŞ’ê de şehîd bû, wiha hate gotin:
“li ser vê bingehê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em weke nûmerên TCŞ îro û li Londonê, Komuna Ciwanên Şoreşger a Şehîd Fîraz Dag radigihînin.”
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku heta Rêber Apo fîzîkî azad nebe û dagirkerî bi dawî nebe ewê berxwedan û tekoşînê bidomînin.
Di civînê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Fîraz Dag hate nîşandan.