Dayê Uwêş li ser gora xwe ya li gundê Amara hate bibîranîn

Dayika Rêber Abdullah Ocalan, Uwêş Ocalan di salvegera wefata xwe ya 29’emîn de li ser gora xwe ya li gundê Amarayê hate bibîranîn.

Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Parlamenter Ayşe Surucu ku di bîranînê de axivî û wiha got:

“Dayê Uwêş weke bi hezaran dayika bi hesreta zarokên xwe jiyana xwe ji dest da.

Dayika Uwêş berxwedêr bû tu caran serî netewand. Sekna wê herî zêde bandor li kurê wê birêz Ocalan kir.

Birêz Ocalan got ku ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe’. Wê seknê hêz da hemû jinan.

Jinan li Rojava şoreş pêk anîn. Ev bi bandora dayika Uveyş a ser birêz Ocalan derket holê.”

Paşê kesên beşdarî bîranînê bûn serdana xwişk û malabata Rêber Ocalan kirin.

Back to top button