Li Îranê jehrîkirina xwendekaran

Êrişa li dijî xwendekarên Keç li Îran û Rojhilatê Kurdistan dwame.
Îro careke din bi dehan xwendekar bi jehrî ketin sewqî nexwaşxaneyê hate kirin.
Xwendekaran gotin, ev êrişên dewletê ye lewma divê li dijî vê helwest were nîşandan.

Êrîşên kîmyayî yên li ser dibistanên keçan di li seranserê Îranê careke din di rojevê deye.

Li ber derê dibistanan ambûlans 

Li gorî dîmen û agahiyên ku têne parvekirin Îro carek xwendekar bi jehrî bûne.

Piranî ji van êrişan ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêk tên li dijî xwendekarên keçin.

Piştî êrişa li ser dibistanên li bajarê Seqiz, Tehran û Tebrîzê vê carê jî li bajarê Êsfehan, Şahînşehr, Ûrmiyê û gelek bajarên din xwendekar bi jehrî ketin.

Weke ku di dîmenan de jî xuya dike hêjmareke zêde ji ambûlansan li ber deriyên dibistana sekinîne û gelek xwendekar sewqî nexweşxaneyê tên kirin.

Li aliyê din, li gor agahiyên ku li Rojhilatê Kuristanê hatine parvekirin roja Duşemê jî, li Senendcê xwendekar bi jehrî bûne.

Xwendekaran bang li raya giştî kirin ku li dijî van êrişan bibin xwedî helwest

Hêjayî bibîrxistinêye ku gelek caran xwendekaran jî diyar kirine ku li dibistanan ewlehiya wan nîne.

Lê tevî vê yekê jî dewleta Îranê heta niha rê li ber van êrîşan nagire û ji bo bûyerê zelalî neaniye.

Xwendekarên ku şahidiya bûyerê kirine dibêjin ku ev lîstoka dewleta Îranê ye.

Lewma banga li raya giştî kirin ku li dijî van lîstokên Îranê bêdeng nemîne.

Back to top button