Çeteyên dewleta Tirk taxa Eşrefiyê ya Helebê topbaran kir

Dewleta Tirk û çeteyên wê kurdên li Helebê jî hedef girtin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê topbaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk ên li bajarokê Kefirhemra yê rojavayê Helebê bi cih bûne, îro danê sibê bi hewanan taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê topbaran kirin.

Di ber êrîşê ziyanên madî çêbûn.

Piştî agahiyên avêtina hewanan, dewriya Hêzên Ewlekariya Hudirîn ji bo parastinê berê xwe da cihê bûyerê û bermahiyên hewanan rakir.

Yek ji şêniyên Efrînê diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk koçberî Helebê bûye lê li vê derê jî bi êrîşên dewleta Tirk re rû bi rû ne.

Leave a Reply

Back to top button