Partiya Çep a Kesk namzetên xwe yên jin da naskirin

Partiya Çep a Kesk namzetên xwe bi civîneke berfireh da naskirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn jî dosyaya HDP’ê radestî raportor kir.

Dema hilbijartina li Tirkiyê nêz debe.

Bi vê yekê re, li nava Tirkiye û bakurê Kurdistanê atmosferek metirîsar û bicoş heye.

Rejîma AKP-MHP’ê bi rêya tirsê dixwaze çavê gel bitirsîne.

Li dijî vê Tifaqa Ked û Azadiyê bi danasîna namzetên xwe û projeyên xwe hêviyên civakê xurt dike.

Partiya Çepên Kesk danasîna namzetên parlementerên xwe yên hilbjartina 14’ê Gulanê dike.

Partiya Çepên Kesk danasîna nazmetên parlamenterên xwe yên jin kir.

Hevberdevkên Giştî yên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, nûnerên partiyên di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin û rêxistinên sivîl tev li merasîma danasînê bûn.

Li Partiya Çep a Kesk ji sedî 40 namzetên jin in

Partiyên siyasî, lîsteyên xwe yên parlamenterên ji bo di hilbijartinên 14’ê Gulanê de namzet bên nîşandan qedandin û pêşkêşî Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kirin.

AKP û hevkarê wê MHP ku dema desthilata wan de jin hatin hedefnîşandan, bûyerên tacîz û tecawizê û cînayetên jinan zêde bû, di lîsteyên namzetan de jî tune hatin hesibandin.

Di Partiya Çepên Kesk de bi pergala rêjeya namzetiyên jin de careke din li pêş bû.

Ji sedî 40’ê namzetên partiyê jin in.

Di lîsteyên CHP’ê de ev rêje bû ji sedî 26, di AKP’ê de ji sedî 19, di MHP’ê de jî sedî 12. ye”

Dosyaya HDP’ê radestî raportor hate kirin

Di vê navberê de, Dadgeha Destûra Bingehîn biryara HDP’ê ya ji bo nedayina parastina devkê kir rapor û dosya radestî raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn kir.

HDP’ê diyar kiribû ku ji ber karên berfireh ên dema hilbijartinê nepêkane ku parastina devkî di 11’ê Nîsanê de bike û ragihandibû ku wê parastinê nede.

HDP’ê rîska girtinê nirxand û biryar da ku bi Partiya Çep a Kesk tevlî hilbijartinê bibe.

Back to top button