Komîsyona Jinê ya KNK: Em ê azadiya jin û gelan misoger bikin

Komîsyona Jinê ya KNK’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk, biryar û lêgerîna wan ya azadiyê bi hêz dikin û her şehîd rêxistinbûyîn û têkoşîna wan geş dikin.

Komîsyona Jinê ya KNK’ê têkildarî komkujiya 23’ê Hizîranê ku dewleta Tirk li gundê Helincê yê Kobanê pêk anî got:

“Em ê bi pêşengiya şehîd Zehra, Bedîa û Emîne, azadiya jin û gelan misoger bikin.

Em soza têkoşîna hevrê Zehra û Hebûn û yadê Emîne didin û heta hişmendiya qirker û faşîst ji holê rabe, em ê li ber xwe bidin. ”

Komîsyona Jinê diyar kir ku ew hebûna xwe bi xwe diparêzin, lewma êrîşên dagirkeran dewam dikin û ev bang kir:

Di serî de, em bang li jinên azadîxwaz ên cîhanê û sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku li dijî van êrîşên hovane helwesta xwe ya exlaqî û mirovahî nîşan bidin..

Back to top button