Rejîm û Rûsyayê bêhtirî 50 êrîş li Idilb û Helebê pêk anîn

Tevî agirbestê, rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê bêhtirî 50 êrîşên esmanî li gundewarê Idlib û Helebê pêk anîn.

Hat ragihandin ku ji ber şerê li Helebê, heta niha 84 hezar kes koçber bûne.

Rûsya jî ragihand ku di 24 sateyên dawî de, piraniya xwe li Helebê 115 caran agirbesta ku hatiye ragihandin, hatiye binpêkirin.

Nûnerê NY li Sûriyê Geir Pedersen jî li gel raydarên Rûsyayê civiya.

Ev deh roj in şerekî dijwar û bênavber li herêmên bi navê ”Kêmşer” rû dide.

Balafirên şerê yên Rûsyayê li gundewarê Idlib û Helebê 40 êrîş pêk anîn.

Rejîmê jî bi 32 bermîlên teqemeniyê herêmên weke Meret Numan, Ihsem, Dêr Sunbil û Tilmisan li gundewarê Idlibê kirin hedef.

Li Seraqib, Serca û riya navdewleta ya Şam-Helebê jî rejîmê 22 êrîşên esmanî pêk anîn.

ŞERÊ LI HELEBÊ
ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: HETA NIHA 84 HEZAR KES KOÇBER BÛNE

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku şerê li herêmên navbûrî, tenê ji gundewarê Helebê heta niha 84 hezar kes koçber bûne.

Ji bo guhertina demografiya wê jî, Çavdêriya diyar kir ku dewleta Tirk berê van koçberan dide Efrîna dagirkirî.

Têkildarî agirbesta binketî, Rûsyayê raigihand ku di 24 saetên borî de, piraniya xwe li Helebê, 115 caran agirbest hatiye binpêkirin.

AGIRBESTA LI HERÊMÊN ”KÊMŞER”
RÛSYA: DI 24 SAETÊN BORÎ DE 115 CARAN HATIYE BINPÊKIRIN

Tevî van daxuyaniyên Rûsyayê jî, heta niha aliyên ku agribest ragihandine li binketina vê agirbestê mikur nehatine.

Li aliyekî din ji bo zindîkirina danûstandinên ”Komîteya Destûrî” nûnerê NY li Sûriyê, Geir Pedersen berê xwe da Rûsyayê û li gel wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiya.

XEBATÊN ”KOMÎTEYA DESTÛRΔ
PEDERSEN JI RÛSYAYÊ TEKEZ KIR KU EW Ê BERÊ XWE BIDE ŞAMÊ

Pedersen idîa kir ku xebatên Komîteya Destûrî bi serkêşiyeke Sûrî bi rê ve diçin û teqez kir ku roja Çarşemê ew ê hemû dozyayan li gel rejîma Sûrî gutûbêj bike.

Ev serdanên Pedersen jî piştî binketina gera duyemîn a xebatên ”Komîteya Destûrî” li Cenêvê ku 29’ê Mijdara borî bê encam bi dawî bûn, pêk tên.

Leave a Reply

Back to top button